Kitika Li Ber Tifike...Jin, Goştnexwer, Sindirella...Rûperiyên dilnexwaz ên ku arezûyên me bi rê ve dibin, lehengên yariya ku bi riya peyvên wekî ‘yek hebû, yek tune bû’ tên gotin ew in û dixwazin me bi riya kutepisê beşdarî vê yariyê bikin.Nûnîla, ango mijara pirtûkê, dixwaze bibêje; ez ketibûm pey romantîzmê û ez qedereke zêde ya jiyana xwe mam li hêviya mêrê ku ez ê bibiwam evîndara wî. Her wekî ku di çîrokan de tê gotin; em ê bizewiciyan, bextiyar bibûyan û me yê her tim goştê kewan bixwara.Pergala bextewariyê ya ku di guhê jinan de tê gotin ev e:Pêlavên ku piyên me digirin...Cilên ku bedenên me dinixumînin...Û em û rûperiya "Edi Bes E" hev nas dikin.Û em kurtenivîsekê ji diya xwe re datînin dereke diyar:"heyamekê jinên azad hebûne û kew bi şêweyekî azad difiriyabûne..."Û em pê dihesin ku;"Devjêberdana şehzadeyan tiştekî ew qasî zor û zehmet e, carinan mirov neçar dihêle. Heta mirov karibe terka şehzadeyekî bike divê mirov du an jî sê şehzadeyan bi şûn xwe ve bihêle."